Wezareta Berevaniya tirkiye ragihand helmeta lêgerîna li Heftanîn ya li dijî gerîlayên PKK “bi serkeftî bi dawî hat”.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya tirkiye ku li twittera wezaretê de belavkiriye dibêje: helmeta lêgerîn û pişkinîna hêzên wan li çarçêweya operasyona Çengê Pilng li navçeya Heftanîna Başûrê Kurdistanê bi dawî hatiye.
Şeva 15ê hezîrana 2020 Wezareta Berevaniya tirkiye operasyoneke asmanî ya bi navê “Lepê helo” dijî PKK li navçeya Heftanîn ragihand. Her wiha roja 16ê heman heyvê jî operasyoneke zemînî bi navê “Çengê Piling” ragihand û ew hêz bi 45 km çûne nav tixûbê Herêma Kurdistanê.
Rawestandina vê operasyonê piştî serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Enqerê pêkhat ku li gel Receb Tayib Erdogan Serok Komarê tirkiye û Mevlud Çavuşoglu Wezîrê Derveyê tirkiye civiya.