Polîtîk

Operasyona azadkirina Şingalê destpêkir

Eve demeke pêşmergeyên Kurdistanê amadebûna operasyona azadkirina Şengalê dikin. Şevîdin balefirên hevpeymaniyan li derdora Şengalê erîş birin li ser hinek baregehên DAÎŞ û karwanek yê DAÎŞê têkbirin. Di encama êrîşan de zêdeyî sed teroristên DAÎŞ û herweha waliyê ku ji bo Şingalê hatî tayîn kirin hatin kuştin.

Îro berê sibehê Pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê Zumarê û sikra musilê ve dest operasyonê kirine. Balefirên hevpeymaniyan di vê operasyonê de li gel hêzên pêşmergeyan bi koardinasyon tevdigerin. Tê gotin ku demek kin de Şingal azad dibe.

 

Back to top button