CivakRojev

Omêd Xoşnav bû parêzgarê nû yê Hewlêrê

Piştî nêzîkî sê mehan ji koça dawî ya Firset Sofî parêzgarê berê yê Hewlêrê, îro Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ji bo diyarkirina parêzgarekî nû civiya û di civînê de Omêd Xoşnav berbijêrê fraksyona PDKê bi piraniya dengan weke 42mîn Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin.

Di civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de ku taybet bû bi diyarkirina parêzgarê nû, ji 23 endamên beşdar di civînê de Omêd Xoşnav dengê 18 kesan bi dest anî.

Herdu berbijêrên din, Omêd Palanî û Sedredîn Qadir ku weke kesên bêalî bûbûne berbijêr, nekarîn ti dengên endamên encûmenê bidest bînin.

Goran, Yekgirtû û Komel beşdarî di civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de nekirine. YNK beşdarî civînê bû, lê belê beşdarî di proseya dengdanê de nekir.

Berî destpêkirina civînê, Omêd Xoşnav got, her kesek beşdarî di civînê de neke, asayî ye û proseyeke demokratîk e. Giring e ev e ku ew sê berbijêrên parêzgariyê xizmeta Hewlêrê bikin û ez weke xwe jî dê karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbicî bikim.

Encûmena Parêzgarê Hewlêrê ji 30 endaman pêk tê ku PDK 12 endam, YNKê 6 endam (yek jê cuda bûye), Goran 4 endam (yek jê cuda bûye), Komel 2 endam, Yekgirtû endamek û pêkhateyên Tirkman û Krîstiyan jî 5 endam tê de hene.

Peyamnêrê Rûdawê, Rence Cemal li avahiya Parêzgariya Hewlêrê ragihand, Omêd Xoşnav biryar daye ku piştî destbikarbûna xwe weke parêzgar, serdana gora Dr. Firset Sofî parêzgarê wefatkirî yê Hewlêrê bike.

Diyarkirina Omêd Xoşnav weke parêzgarê nû yê Hewlêrê piştî wê yekê tê, ku roja 18ê Mijdara 2020 Firset Sofî parêzgarê wê demê yê Hewlêrê bi sedema pêketina bi vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Omêd Ebdulrehman Hesen (Xoşnav)

Sala 1977 li Hewlêrê ji dayik bûye.

Bekaloryos di ragihandin û rojnamevaniyê de heye.

Master di yasaya giştî de heye.

12 salan karê ragihadinê kiriye.

Endamê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê ye.

Sekreterê berê yê Yekîtiya Lawan a Demokrata Kurdistanê bûye.

Di herdu xûlên 4 û 5 serokê fraksyona PDKê bû li Parlamentoya Kurdistanê.

Di kabîneya 9an de endamê şanda danûstandkar a PDKê bû.

Îro weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hat hilbijartin.

Back to top button