Polîtîk

Ocelan bo Bayîk: hizira şer neke hizira aştiyê bike

Rojnameya Hawelatî ku, ji  başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, eşkere dike ku, serokê PKK yê zîndankirî Ebdula Ocelan peyamek ji Qendîlê re şandiye û ji berpirsên Qendîlê re gotiye ”hizira şer nekin, bi tenê hizira aştiyê bikin”< ?xml:namespace prefix = o ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:office" />

Piştî serdana Îmraliyê kirî, duhî,  şandeyeke Partiya Asitî û Demokrasî (BDP) gehişte Qendîlê û digel berpirsên PKK civiya û peyama Ebdula Ocelan serokê PKK yê zîndankirî teslîmî destê berprisên PKKê yên Qendlê lkir.

Li gor rojnameya Hawelatî, Ocelan di peyama xwe de ji Cemîl Bayîk re gotiye ”Heta hûn bikaribin li şûna şer, hizira  aştiyê  bikin… Hişiyar bin! Li benda helwesta Erdogan bin û nebin sedemê xetimandina pêvajoya aştiyê.”

Weke tê zanîn di destpêka meha îlonê de Cemîl Bayîk vekişîna hêzên PKK ji Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê ragirt û wêhelwesta Bayîk serokê zêndankiriyeê PKK dilgiran kir.

Back to top button