CivakFlaş

Ocalan ya xwe got…!

Abdullah Ocalan cara yekeme daxûyaniyek video yî radigihîne. Roja ku pêvajoya Tirkiyeka bê teror destpêkirî heta vi gavê, gelek nirxandinên cuda têne kirin. Di nava refên PKKê û dezgeh û partiyên PKKê ve girêdayî dîtinên cur bi cur têne rojeve. Lê rastiyek heye ku, gelek behsê nayê kirin û gelek kes beredayî xwe tujî serêşekî mezin dikin û li ser gotina Ocalan nirxandinên ku pêwendiya wan gotin û dîtinên Ocalan re tuneyî dikin.

Rastî eve ocalan bi xwe roja hatî girtin û anin Îmraliyê heta wek vê gavê heman tişta dibêje. Ji bo Ocalan pirsa Kurd yan jî bi awayekî çareseriya pirsa Kurd nebûye armanc û ew bi xwe vê yekê dibêje.

Ocalan daxûyaniyên ji Îmraliyê dide hemû di bin kontrola dezgehê Istixbarata Tirkiye de ne û daxwaziya wan dibêje. Ev pêvajoya bi insiyatifa dewletê destpêkirî berdewame. PKK xwe fesih kir, ev tê wateya ku hemû dam û dezgeh û partiyên PKKê ve girêdayî li ser binheên xwe xilasbûne û berê xwe dê bidin siyaseta Trkiyebûnê. Mimkine gelek ji wan bi awayek şermok pişgiriya hinek gotinên Ocalan bikin û berê xwe bidin deverek din.

Gotinên Ocalan ne hevceyê nirxandinane. PKK nemaye, tevgerek ku hewlbide kurda civata Tirkiyeve entegre bike û wan ji nirxên netewî dûrbêxe di serokatiya Ocalan de di nava helwdanade ye.

Ocalan di videoya xwe de dibêje:

Bi perspektîfeke entegrasyonîst a erênî, gihîştina armanca Aştî û Civaka Demokratîk, ku her kes rola xwe bilîze, mimkun e. Encama ku ji van hemûyan tê derxistin ev e ku PKKê armanca xwe ya dewleta neteweyî terk kiriye, û bi terikandina vê armanca bingehîn, stratejiya xwe ya şerê bingehîn jî terk kiriye, hebûna xwe bi dawî kiriye. Tê payîn ku ev xala dîrokî bêtir pêş bikeve.

Ev yek gelek vekirî û zelal e.. heta Ocalan û tevgera wî bikaribe, dê Kurdan ji daxwaziyên netewî dûrbêxe. Dewletbûna Kurda yan jî bi awayekî destxitina mafên kurda yên netewî dimîne hêviya Kurdên Niştimanperwer ve..

Back to top button