Ocalan tê azad kirin lê
Mehmet Ali Şahin, cîgirê serokê Ak Partiyê ye. Wek kesayeta duyem di nav partiyê de tê naskirin. Endamê komisyona li hevhatinê ya destûra nû ye.
Sibe di serokatiya serokê parlementoyê de civînek ya komisyona destûra nû pêktê. BDP jî endamê vê komisyonê ye. Lê eve demek e nakevin civînên komisyonê. Şahin da xuyakirin ku 3 civîna li ser hev amade nebin hêdî nikarin tevlî karê komisyonê bibin. Herweha Şahin da xuyakirin ku civînê de dikare hinek biryarên gelek girîng bêne standin.
Rojenevana Bugun Seda Şimşek di derbarê rojeva siyasî ya germ de çend pirs ji Şahin kirin bersivên Şahin gelekî balkêşin.
We wezîrtiya Dad kir. Gelo tecrîtek li ser Ocalan heye? Yan jî rastî li Îmralî çi dibe?
Wek girtiyekî mafê Ocalan heye tenê kesên nêzikî xwe bibîne.Tu astengek di vê derbarê de tuneye. Li Îmraî girtiyên din jî hene mafê wan çibin yê Ocalan jî ew e. Eger wek kesên ceza girtîn ew nikaribên parêzeran bibînin Ocalan jî nikare. Lê ji bo Ocalan îmtiyazê dixwazin. Wê rojê parlementerekî gote min: “ Em dixwazin li gel Ocalan li kolana bigerin“ Ew dixwazin Ocalan bê azadkirin.
Wek hukukzanekî azadkirina Ocalanmimkin dibînî?
Abdullah Ocalan bi mercekî dikare bête azad kirin .Eger ew kesên Ocalan bûyî sedemê mirina wan, zarok, şehidên me ji tirbê rabin Ocalan jî hinge azad dibe.
Talabanî dibêje dive afuyek gistî çêbibe.Tiştek bi vî awayî mimkine?
Ji berî her tiştekî dive rêxistin ji dev çekan berdê.Divê tê bigihin ku bi şer nikarin tiştekî serbêxin û vê yekê ji raya gişti re ragihînin. Hingê piştî vê mirov dikarê li ser gavên bêne avêtin xeber bide. Lê niha di rojeva Tirkiye de afuyek giştî tuneye.