Polîtîk

Ocalan: Kurdistan bibe serbixwe, 50 sal zimanê fermî wê bi Tirkî be

…….

Birêvebirên PKKK gelek bi başî dizanin ku….

Hinek kes wiha dibêjin: Gelê Kurd nekariye dewlet damezrîne, Kurdî tu demekî nebûye zimanê dewletê, eger dewleta Kurdî çêbibe, kitêba zanînê ya Kurdî jî wê bête nivîsandin.

Abdullah Ocalan, hevdîtinê bi kîjan rojnamevanek re kiribe wiha gotiye: “Eger em dewleteke serbixwe jî damezrînin, zimanê me yê fermî heta 50 salan wê Tirkî be’

Ev hevalê we yê ku van rêzan dinivîse, li Bekaa yê çendîn caran ji wî bihîstiye û nivîsandiye. Ocalan wiha digot: “Kurdiya çi, ez xewna xwe jî bi Tirkî dibînim.”

Amerika û Îsrail dema ku Îranê perçekirin, fesadî xistin nava Suriyê, ma êdî xewn dê bi Amerikî û Îbranî bê dîtin?

Eger li Bekaa û Qendilê jî perwerdehiya bi zimanê Kurdî nikaribe bê kirin….

Di serî de birêvebirên PKK dizanin: Kurdî perwerdehî nikare bê kirin. Eger bikaribûna bikiran, li wargehên Bekaa yê perwerde wê bi Kurdî bûya.

Li Bekaa û Qendîlê hun nikarin 300-500 kesan bi Kurdî perwerde bikin, bi milyonan Kurdan hûnê çawa bi Kurdî perwerde bikin ma eve mumkune?

Murat Karayilan li bêtêlê de bi Tirkî fermanan dide.

Abdullah Ocalan, Tirkî ders dide, Tirkî dinivîse.

Li dadgehên PKK de dozname bi Tirkî, parastin bi Tirkî, biryar bi Tirkî ye.

Militanên PKK rojnivîsên xwe bi Tirkî dinivîsin.

Civîn, Kongre Tirkî ne.

Rapor bi Tirkî têne nivîsandin.

Lê wê li Tirkiyê de zimanê Kurdî perwerdehî bê kirin.

….

çavkanî: http://www.ulusalkanal.com.tr/gundem/kurdistan-kurulsa-egitim-dili-turkce-olur-h15209.html

 

 

Back to top button