Obama Turkiya hişyar dike!!
Rojnama (Financial Times) ya Inglîzî îro duşemê diyar kir ko serokê DYA Obama ji serok wezîrê turkiyê Erdoxan re gotiye ko helwestên Turkiya di biwarê Israyîl û Îranê de, şensê wê ji bo bi dest xistina çekên emrîkî, kêm dike..
Hêzên emrîkî di dawiya sala 2011an de ji Iraqê vedikişin, loma Erdoxan dixwaze balefirên leşkerî bikire ji bo ko di şerê li dijî PKK de bi kar bîne..
Berpirsekî Emrîkî bilind ji rojnamê re got ko Obama ji Erdoxan re gotiye ko helwestên turkan wê di kongrês de bêne giftûgokirin..Ew pirsên ko bêne kirin wê girêdayî bin bi pirsa ”Gelo Emrîka wê bikaribe baweriya xwe bi Turkiya bîne”.? Loma dîsa li gor vî berpirsiyarê emrîkî yê bilind ”wê derbaskirina xwestinên Turkiya , di kongrês de zor be”..!!
Hêjayî gotinê ye ko helwesta Turkiyê di konseya ewlekariyê de, di dengdana ji bo ambargoya li himber Îranê , ko li dij derket, bû ciyê nerazîbûn û dilmaniya emrîkiyan, û hate nirxandin weke helwesteke nedostane, ji aliyê dewleteke ko xwedêgiravî hevpeymaniyê wan e.. û herweha bûyera keştiyên alîkariyê ko Israyîl êrîşî wan kir, bû sedema têkdana têkiliyên Israyîl û Turkiya..
Berpirsê emrîkî dibêje ko Obama di hezîrana bûrî de, di civîna zîrveya bîstan de li Kanada ji Erdoxan re gotiye ko rexneyên xwe yên tund li dijî êrîşa Israyîl sivik bike..