NY û rewşa mafê mirovî li Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja yekşemiyê 19.10.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Îvan Sîmonovîç alîkarê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên mafê mirovî û şandeya pê re kir.
Di dîdarekê de, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku, wan di sala 2011ê de serdana herêma Kurdistanê kiribû û ji hîngê were heta nuha herêma Kurdistanê di warê diplomasî, têkeliyên navdewletî, înfrastruktura aborî, azadiya medya û raman, mafên mirovî, mafên jinan û rûbirûbûn û nehêlana şideta li dijî jinan de gelek pêşde çûye û ev jî cîyê pesindan û dilxweşiyê ye, bi taybetî xebatên Nêçîrvan Barzanî yên di wan warên jorî de hatine behis kirin bi erênî û bilind nirxandin ku, li ser astê civaka navdewletî jî piştgirî li wan xebatan tê kirin.
Alîkarê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên mafê mirovî got ku, di warê qanûnan de jî pêşveçûnên ber bi çav li herêma Kurdistanê bi dest ve hatine û diyar kir ku, dikare di hindek warên mafên mirovî de zêdetir kar li ser bê kirin û ji bona vê yekê jî amdeyîya saziyên peywendîdarên Neteweyên Yekgirtî ji bo vekirina Workshop yên taybet bo sazî û aliyên peywendîdarên hikûmeta herêma Kurdistanê nîşan da.
Şandeya mêvan sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, tevî dijwariya rewşê û nebûna budce û îmkanên tixûbdar, hikûmeta herêma Kurdistanê kariye bê cudahiyên olî, mezhebî û neteweyî hijmareke zêde ya penaber û koçberan bihewîne û alîkariya wan bike. Şandeya NY got ku, wan serdana çend kampên koçberan kir û koçber û penaber pesnê parastina emin û aramiya herêma Kurdistanê dikin, her çiqas ew dixwaz in bo ser war, mal û milkên xwe vegerin, lê ji ber rewşa xerap ew niha nikarin vegerin, ji ber rewşa dijwara Suriyê, dibe hijmareke zêdetir ya koçberan ber bi herêma kurdistanê bên.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya NY bo herêma Kurdistanê û têbînî û dîtinên wan yên li ser rewşa mafê mirovî li herêma Kurdistanê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriya pêngav û xebatên YN yên di warê parastina mafê mirovî de dike. Serokwezîr daxwaz ji şandeya NY kir ku, her kêmasî û binpêkirinek di warê mafê mirovî de li herêma Kurdistanê hebe wan agadar bike daku ji bona nehêlan û çareserkirina wan kêmasiyan pêngavên pêwîst pavêj in.
Serokwezîr tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê înkarê nake ku, kêmasî û giriftarî hene bi taybetî digel vê rewşa niha heye dibe ku, li hindek cî û devran hindek pirs û giriftarî yên nexwestek hebin, lê tevî vê jî, hikûmeta herêma Kurdistanê lêdixebite wan kêmasiyan çareser bike û divî warî de hevkariya saziyên peywendîdar yên NY bike.
Li dor rewşa koçber û penaberan jî, serokwezîrê Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê çaverê dike hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî zêdetir destê alîkariyê bo koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene dirêj bikin, bi taybetî ku, demsala zivistanê li ber derî ye. Barzanî got ku, tevî îmkanên êkonomî yên tixûbdar yên herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê li ser hevkarî û alîkarîkirina hemû koçber û penaberan berdewam dibe.