NY: 10 hezar terorîstên Da’îş li navbera Iraq û Sûriyê da tên û diçin
Berpirseke Neteweyên Yekgirtî hişyariyê li zîndîbûna rêxistina terorîstiya Da’îşê dide û eşkere dike ku terorîstên wê rêxistinê, sûdeke zêde ji belavbûna pejika Korona dîtine.
Vladimir Voronkov Berpirsê Nehiştina Terorê li Neteweyên Yekgirtî eşkerekir ku lêkolînên wan derxistine ku zêdetirê 10 hezar terorîstên Da’îş heta niha li Iraq û Sûriyê da çalakin. Eve jî demek deye ku civaka navdewletî du sale serkeftina li ser wê rêxistina terorîstî de ragihandiye.
Vladimir Voronkov dibêje: Îsal êrîşên Da’îş bi awayeke berfireh li navçeyên cûda cûda destpêkiriye. Her wiha li ber Encûmena Asayîşa Navdewletî da axaft û eşkerekir ku terorîstên Da’îş li rêya grubên biçûk li navbera Sûriye û Iraqê da hatin û çûnê dikin. Rêxistinê xwe ji nû ve rêkxistiye û çalakiyên xwe zêdekiriye.