PolîtîkRojev

Nushaya herî xirab a PKKê li Başûr e..

Çavdêreka siyasî ragehand ku PKK ya ku li başûrê Kurdistanê ye, ew in ên kudeta ango darbe li dijî Ocalan kirine û tenê dirûşmên wan Ocalan e. Herwaha diyar kir ku beşek ser bi saziyên îstixbarata Tirkiyê û Îranê ne û beşek jî ser bi Heşdî Şeibî ne.

Çavdêra siyasî Tenya Kurdî di nivîseke bi navnîşana ‘’Nushaya herî xirab a PKKê li Başûr e..’’ û di wê nivîsa xwe ya di tora civakî ya facebookê de belav kiriye de ragehand: ‘’PKKê Qendîl ji bo armancên îstixbaratên Îran û Tirkiyê li navçeyê bikartîne, ne tenê bi şehîd kirina Pêşmerge nawestin, herwaha amadene pêşerojê de bixwe jî întihar bikin û xwe bikujin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’PKK ya li Qendîlê ew PKK ye ku baskê Cemîl Bayik e û kudeta li ser Ocalan kirin û tenê dirûşmê wan Ocalan e, eger na di xizmeta îstixbarata Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê de ne. Lê PKK ya li Rojavayê Kurdistanê, li Sûriyê zû têgeheştin ku divê fikrên teng ên Cemîl Bayik dûr bikevin.’’

Navborî got: ‘’PKK ya li bakurê Kurdistanê li Tirkiyê têgeheştî ne ku armanca PKK ya li Qendîlê xizmetê ji armancên îstixbarata Tirkiyê û Îranê re dike, lê nûsxe ango kopya herî xirab a PKKê li başûrê Kurdistanê ye ku hem beşek ji wan MÎT e, beşek ji wan Îtlaata Îranê ye, beşek li Şingalê li gel îstixbarata Iraqê û Heşdî Şeibî ye. Ev nûsxaya herî xirab a PKKê ye ku temam li ser lîstoka Îstixbarata Îran, Tirkiye û Iraqê siyaset dikin û armanca wan têkdana berjewendiya vî welatî ye.’’

Back to top button