Civak

Nûnertiya Kurdistanê bi ala xwe kir..

Keça Kurd Yaran Yadgar Esstêre li Istanbul MUNê de nûnertiya Herêma Kurdistanê dike û çand û dîroka Kurdan bi ciwanên welatên cihanê dide naskirin.

Li bajarê Stenbolê bernameya Modela Neteweyên Yekbûyî (MUN) a ji bo ciwanan hat lidarxistin.

Bernameya Istanbul MUNê 4ê Tîrmehê dest pê kir û dê heta 7ê vê mehê berdewam bike.

Armanca bernameyê ew e ku ciwanên beşdar li ser mijar û krîzên cihanî pêşniyazên aştiyane û demokratîk pêşkêş bikin û bi dîplomasiyê xizmeta aştiya cîhanê bikin.

Di nav 100 welatan de li ser navê Herêma Kurdistanê keçeke 15 salî jî beşdarî bernameyê bûye.

Keça Kurd Yaran Yadgar Esstêre li Stenbol MUNê nûnertiya Herêma Kurdistanê dike.

Yaran bi zimanê Îngilîzî ji ciwanên welatên cîhanê re behsa Herêma Kurdistanê û çand û zimanê Kurdî dike.

Yarana ku bi Alaya Kurdistanê tevlî lûtkeyê bû ji Rûdawê re da zanîn ku ew dixwaze hemû cîhan Kurdistanê nas bike.

Back to top button