Nûnerên welatan li Hewlêrê Newroza Kurdistaniyan pîroz dikin.
Nûnerên welatên biyanî û Konsolxaneyên li Hewlêra paytexta Kurdistanê yek bi yek peyamên pîrozbahiyê belav dikin û Newroza Kurdistaniyan pîroz dikin. Her wiha hinek ji wan Konsol û nûnerên welatên biyanî, cilûbergên Kurdî li ber kirine û bi vî awayî peyama pîrozbahiya xwe pêşkêşî Kurdistaniyan dikin.
Konsolê Giştî yê Amerika li Hewlêrê
Cejna Newrozê pîroz bê! Her çende îsal ahengêran nayên kirin, lê belê kultura Kurdî yê berdewame! di vê vîdeoyê da bizane çawa!
Konsolê Giştî yê Hîndîstanê li Hewlêrê
Newroza we hemûyan pîroz dikîn û Her di tendirustiyê de bimînin. Happy Newroz, Newroz pîroz be.
Konsolê Giştî yê Komara Çîn a Neteweyî li Hewlêrê
Konsolxaneya Giştî ya Komara Çîn a Neteweyî cejna Newrozê li hemû aliyek pîroz dike, hêvîdarîn ev Newroz bibê cihê xweşî û leş saxiyê ji bo we û malbatên we.
Konsolê Giştî yê Hollanda li Hewlêrê
Ji bo me bi awayeke giştî îsal Newroz di demeke metirsîdar daye. Lê Newroz di deman demê de hêmayeke ji bo ji nû ve vejînê ku mirov çawa dikare zehmetiyan derbas bike. Bila ev Newroz bi aramî û tendirustî û serfiraziyê bîne. Em Newroz û serê sala Kurdî li hemû kesekê pîroz dikin. Newroza we pîroz be û bi parastî bimînin.
Konsolê Giştî yê Japonyayê li Hewlêr
Nivîsîngeha Konsolxaneya Japonya li Hewlêrê pîrozbahiya çejna Newrozê pêşkêş dike û hêviyê dixwaze sala 2021 mezintirîn karnavala Newroz bê kirin piştî nemana virusa Corona.
Konsolxaneya Giştî ya Fransa li Hewlêr
Hêvîya saxlemî û xweşiyê bû hemu awên kû li Kûrdistanê û cihanê cejna Newrozê piroz diken.
Konsolê Giştî yê Yunanîstanê li Hewlêrê
Bi helkefta cejna neteweyî Newrozê, pîrozbahiyekî germ pêşkêşî welatiyên Kurdistana ezîz dikîn, hêvîdarîn ev cejin bibê cihê şadî û leş saxiyê ji bo hemûyan.