Polîtîk

Nûnerê Taybetî yê Amerîka yê Karubarê Îranê dest ji kar vekişand

Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka ragihand Brian Hook Nûnerê Taybetî yê welatê yê ji bo karubarê Îranê bi niyaze posta xwe bi cîh bihêle û Elliot Abrams Nûnerê Taybetî yê Amerîka yê bo karubarê Venezeulla erkê wî pêkbîne û bikeve şûna wî.

Wezîrê Derveyê Amerîka hîç sedemeke ji bo bi cîh hiştina Brian Hook eşkere nekiriye.

Biryara Brian Hook ya ji bo bi cîh hiştina erkê wî di demek daye ku Encûmena Asayîşa Navdewletî amadekariyê dike bo ku heftiya pêş de deng li ser proje yasayeke Amerîka bide dorpêça çek ya li ser Îranê dirêj bike.

Back to top button