Civak

Nûnerê sekreterê NY Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Nunerê taybetî yê sekreterê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê li Îraqê Martin Kubler, duhî, bi minasebeta destbikarbûna Nêçrîvan Barzanî weke serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî nav hatî kir ku, ev jî tekesta wê ye:

Bi minasebeta wergirtina postê serokwezîriya hikûmeta Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ji aliyê we yê birêz ve, hez dikim pir ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we bikim.

Serokatiya cenabê we dibe sedema serkeftina kabîneya nû li hember wan bûyer û rûdawên li pêş in, bi taybeyî di warê yekxistina îdareyan û dezgehên ewlekarî, çaksaziya îdarî, çespandina serweriya qanûnê, mafên mirovan û dabînkirina jiyaneke baş bo xelkê Kurdistanê.

Her bi vê minasebeta han dixwazim bijêm ku, Neteweyên yekgirtî li Îraqê amadeye di warê aşitî, pêşkeftin û xweştirkirina jiyanê bo hemû gelên îraqê hevkariya we û hikûmeta Kurdistanê bike daku, di kar û erkên xwe de serkeftî bin.

Daxwaz ji we dikim rêz û silavên min yên gerim qebûl bikin.

Back to top button