Nivîsên di malpera Ufkumuz de ne yên minin
Di derbarê hinek nivîsên ku malpera Ufkum de deketî, Zeynel Abidîn Zinar daxuyaniyek ji me re rêkiriye. Em vê daxûyanyê wek ku hatiye belav dikin.
Rojevakurd
DAXUYANÎ
Malpera bi navê ”Ufkumuz” di beşa xwe ya kurdî de, sê nivîs di bin sernavê ”YAZARIN DIGER YAZILARI”yê de, herwekî yên min bin, wêneyê min jî li ser wan nivîsan bi cih kirine û weşandine.
Tarîxa weşandina wan nivîsan û sernavê wan ev e ne li jêrê:
1- SERNAVÊ NIVÎSÊ: ”Zarokên me mîna berxên qurbanê dikûjin heyhat!!!”
– TARÎXA WEŞANDINÊ: ”06/06/2011 – 19:48”
– LINKA WÊ: ”http://www.ufkumuz.net/yazar_371__Zarokecircn-me-micircna-berxecircn-qurbanecirc-dikucircjin-heyhat.html”
2- SERNAVÊ NIVÎSÊ: ”Ne PKK û PJAK, dewlêtên dagirker terorîst in!”
– TARÎXA WEŞANDINÊ: ”23/06/2010 – 19:50”
– LINKA WÊ: ”http://www.ufkumuz.net/yazar_295__Ne-PKK–PJAK-dewltn-dagirker-terorst-in.html”
3- SERNAVÊ NIVÎSÊ: ” Û Kerbela û Zalim û Serdeşt…”
– TARÎXA WEŞANDINÊ: ”17/05/2010 – 20:20”
– LINKA WÊ: ”http://www.ufkumuz.net/yazar_289__-Kerbela–Zalim–Serdest—.html”
Du roj berê, ji bo van nivîsan, çendî ku min berpirsên malpera ”Ufkumuz”ê hişyar kirine û nav û wêneyê min ji ser wan rakirine jî, lê ji ber ku ew nivîs demek dirêj li ser navê min mane, dibe ku hinekan ew kopî kiribin û ji bo arşîvê parastibin, ji ber hindê min pêdiviya vê daxuyaniyê ji bo Raya Giştî dîtiye.
Zeynelabidin Zinar
[email protected]