Zanyaran ragihandin ku di heyama sîh salî de ji sedî 80 zêdebûnek di bûyerên penceşêrê de çêbûye. Tê payîn ku heya sala 2030an ji sedî 31 zêdetir bibe.
Di 30 salên dawî de li seranserê cîhanê hejmara bûyerên penceşêrê ji sedî 80 zêde bûye. Li gor analîza ku ji hêla komek lêkolînerên navnetewî ve ji daneyên di navbera 1990 û 2019an de hatiye berhev kirin û di kovara BMJ Oncology de hatiye weşandin, di koma temenên bin 50 salî de zêdebûna herî bihêz di bûyerên pençeşêra esophageal û pençeşêra prostatê de hate dîtin. Pençeşêra pêsîrê di sala 2019an de di nav celebên pençeşêrê de pêşengî kiriye.
Di lêkolînê de bal kişandin ser temenên 14-49 salî. Zanyar li 204 welatan daneyên 29 celebên pençeşêrê analîz kirin.
Di sala 2019an de di vê koma temen de bi tevahî 3 milyon û 260 hezar bûyerên pençeşêrê hatin tomarkirin û li gor sala 1990î ji sedî 79 zêde bû. Dîsa di sala 2019an de hejmara kesên ku ji ber pençeşêrê mirine li gor sala 1990î ji sedî 28 zêde bûye û ji 500 hezarî derbas bûye. Digel ku piranîya mirinan di bûyerên kansera pêsîrê, aşik, pişik û rûvî de qewimîne, zêdebûna û mirinên herî zêde di bûyerên pençeşêra gurçik û hêkan de hat tomar kirin.
Ji hêla erdnîgarî ve, herêmên ku herî zêde bûyerên pençeşêrê li çaralîyê cîhanê hene, Amerîkaya Bakur, Ewropaya Rojava û Awustralya ne.
Lêkolîneran diyar kirin ku bûyerên pençeşêrê li welatên ku dahata wan kêm û navîn zêde dibin, nemaze di jinan de. Tevî hemû faktorên alîgir ên muhtemel, her weha hat destnîşankirin ku faktorên genetîkî û her weha xwarina netendurist, vexwarina alkol û tûtinê, kêmasîya werzîşê, kîloyên zêde û asta şekirê bilind ê wînê di pençeşêrê de rola xwe dilîzin.