Civak

Nexweş Kurd, wergêr Ereb

Li Tirkîyê neyartî û dijminatîya li hember Kurd û zimanê Kurdî didome. Ev dijminatî di her qadên jiyanê û di her dem û dezgehên wan de pir eşkere tê kirin. Bijîjk û doktorên ku li ser şeref û namûsa xwe sûnda Hîpokrat xwarine ku bê ferq û cudatîyê xizmeta mirovan bikin, xiyanetê bi xwe û sûnda xwe re dikin û neyartîya Kurd û zimanê wî dikin.

Li Stenbolê, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Fatîh Sultan Mehmet a navçeya Ataşehîrê, jina Kurd Karakiz Baymaz a 84 salî, ji ber ku wergêrê Kurdî tunebû, li nexweşxaneyê nehat dermankirin.

Dema Kurê Baymaz ji rêveberîya nexweşxaneyê wergerekî Kurdî xwest, rêveberîyê wergêrekî Erebî jê re şand. Ji ber vê yekê, Baymaza ku çûbû nexweşxaneyê û bi Tirkî nizanîbû, nehat dermankirin.

Osman Nûrî Baymaz ê ku bi dayika xwe re çûbû nexweşxanê, bi dayika xwe re axivî û diyar kir ku dayika wî pirsgirêkên xwe bi Kurdî anîye zimên û wî ji doktorê pispor wergêrekî sondxwarî û Kurdîzan xwestiye.  Baymaz, anî zimên ku wî ji doktor re gotiye ez dikarim gotinên dêya xwe wergerînim lê daxwaza wî nehat qebûlkirin.

Baymaz got: ” Li ser hemû israra min ez wek wergêr qebûl nekirim. Ji ber vê yekê me bi doktor re nîqaş kir. Min jî daxwazname pêşkêşî serek bijîjk kir û ezê gilîyê bijîşk û nexweşxaneyê bikim”.

Back to top button