Serokwezîrê Kanadayê bi zimanê Kurdî Newroz li hemû gelên cîhanê pîroz kir û got, “Hemû rojên we Newroz û Newroza we pîroz.”
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bi peyameke vîdyoyî Newroz pîroz kir û ragihand, “Civakên Faris, Efxan, Kurd, Zerdeştî, Behayî, Naverasta Asyayê û Îsmaîliyan li Kanada û cîhanê ahenga Newrozê û sala nû ya Farsî digêrin. Ev ew dem e ku hevrê û malbat bi hev re kom dibin.”
Serokwezîrê Kanadayê amaje bi wê kir, Newroza îsal ciyawaz dibe ku şerê li dijî Covid-19 berdewam e û got, “Divê em berdewam bin di cîcibîkirina rêkarên tendirustî de.”
Justin Trudeau dibêje, ji ber Coronayê hinek kes Newrozê bi tenê rê dikin û hinek jî ji wan Kanadiyan bêyî hezkiriyên xwe bi rê dikin ku di bûyera “trajedîk a firoka Ukraynî” de hezkiriyên xwe ji dest dane.
Bi boneya hatina serê sala nû ya Kurdî û Cejna Newrozê, êvariya îro Şemiyê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê agirê Newrozê tê vêxistin.
Berî niha berpirsên tendirustî û parêzgehan ragihandibûn ku ji bo rêlibergertina belavbûna Coronayê nabe kombûnên cemawerî û qeleblix çê bibin.
Her li perçeyên din ên Kurdistanê jî amadekariyên bo pîrozkirina Newrozê hatine kirin û sibe li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin.
https://www.facebook.com/JustinPJTrudeau/videos/911912582941763/