Newroz sembola yekbûnê û azadiyê ye
TDŞK: ”Newroz sembola yekbûn û azadî ye, em bi hev re agirê wê gurr bikin!”
Kurd li hemû perçeyên welatên xwe û li seranserê cîhanê ciyê ku lê dijîn agirê Newrozê gurr dikin, alaya têkoşînê bilind dikin û daxwaza mafên xwe yên netetewî dikin; dixwazin li ser axa xwe di nav aştî, azadî û kamûraniyê de bijîn.
Gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê di bin misogeriya hiqûqî û siyasî de cejna Newrozê bi serbestî pîroz dike. Agirê Newrozê li Kurdistana federe de di bin alaya rengîn de gurr dibe. Gelê me li vî perçeyî welatê me çarenûsa xwe girtiye destê xwe û pêşeroja xwe, bi xwe destnîşan dike. Parastina destkeftiyên vî parçeyî erk û vatiniyên hemû kurdan e.
Gelê me yên di bin nîrê Sûriyeyê de ji hemû mafên xwe yên însanî, neteweyî û demokratîk bê par e; çê nabe di dinyayeka weha globalizêkirî de kurd ji mafên xwe yên bingehîn yên mirovî, neteweyî û demokratîk bê par bin. Rêjima Baas a Esad rojên wê jimartî ne û bidestxistina mafên kurdan nêzik e.
Îsal gelê kurd di ruhuyeteka dijwar de pêşewaziya Newrozê dike; qetlîama Robozkî hin nehatiye zelalkirin, hukmeta AKPê bi avakirina komsiyon, lêgerîn û lêkolîna zelalkirina wê dispire zeman û niyeta wê heye vê qetlîamê bide jibîrkirin. Doza qetlîama Sêwasê ket ber mirûrê zeman. Lê dem hatiye guhartin êdî ne dinya dinyaya berê ye ne jî kurd kurdên berê ne; kurd bi israr û biryardar in ku divê ev karesata Roboskiyê zelal bibe û pêdiviyên wê cî bî cî bibe.
Li Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartina 12 Hezîrana 2011ê di siyaseta hukumeta AKPê de li hember pirsa kurd diyardeyên ber biçav peyda bûn û ew siyaseta şîddetê kir rêbaza xwe û ev şêla xwe di pîrozkirina Newrozê de jî eşkere kir. Ew destûr dide Belediyeya Eyubê ya Stenbolê ”Nevruz” bi usûla xwe ya dejenerekirî beriya roja 21ê Adarê pîroz bike, lê ew talep û daxwazên partiyên Kurdan a pîrozkirina Newroz a berê 21ê Adarê bi fermanname û şîddetê radewsitîne, bi tedbîrên emnî, îdarî û adlî rê li ber digre ku kurd danekevin qada Newrozê; di pîrozbayiya Stenbolê de sî ket ser pîrozbayiya Newrozê û bi navê Hecî Zengîn BDPiyek jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes hatin girtin.
TDŞK daxwaz dike ku 21ê Adarê bibe rojeka resmî ya pîrozbayiya Newrozê, kurd û gelên din bi serbestî û aştî li gora ruh û felsefeya wê, ev cejnê pîroz bikin.
Newroza 2012ê di bin çêkirina qanûnaesasî ya nû de tê pêşewzîkirin. Nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku bi vê nasnameyê ve girêdayî ne, divê di qanûnaesasî ya nû de wek mafên kollektîf bi cîh û misoger bibe. Ji bona van mafan di vê Newrozê de qampanyayên muşterek hatiye lidarxistin. Heta maf û azadiyên kurdan û daxwazên wan yên neteweyî û demokratîk li Tirkiyeyê bi huqûqî û siyasî neyê misogerkirin û çareseriyek li gor daxwazên kurdan neyê peydekirin dê xebata kurdan her berdewam bibe û di her Newrozan de ew van daxwazên xwe dubare bikin.
Newroz cejna neteweyî ya kurdan e. Newroz rimûza yekbûn û azadî ye divê em bi hev re agirê wê gurr bikin, alaya têkoşînê bilind bikin û mafên xwe yên xespkirî bi dest bixin.
Bijî Newroz!
Newroz pîroz be!
Diyarbekir, 20.03.2012
TDŞK- Tevgera Demokratên Şoreşgêr a Kurd