Polîtîk

Neteweyên Yekgirtî spasî Serok Barzanî kir

Roja pênçşem 05.11.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adama Dîng Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê ji bo rêgirtina li jenosayd û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî behsa wan êşan kir ku li ser gelê Kurdistanê da hatine û ragihand ku ji nêzîk ve agahdarî dîroka xebata Kurdistane û xwe bi dost û hevsozê gelê Kurdistanê wesifkir. Her wiha hevxemiya xwe jî bi sedema wan karesatên yek li pişt yekên li ser xelkê Kurdistanê da hatiye nîşanda. Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên yekgirtî gumana xwe ya li wê karesatê nîşan da ku ji aliyê terorîstan ve li ser Êzîdî û pêkhatên din da hatiye û spasî Serok Barzanî jî kir ku palpiştiyeke mezina Êzîdiyan û pêkhatên olî û neteweyiyên dinê Iraq û navçeyê ye û her wiha rola Serok Barzanî ya li parastina jiyana pêkhatan de bilind nirxand û ragihand ku divê cîhan bizanê ku Serok Barzanî xebatê ji bo azadiyê kiriye û hewl ji bo parastina mirovayetiyê daye. Li beşekî dinê axaftina xwe de Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî spasî qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û pêzanînên xwe jî ji hebû ji bo gelê Kurdistanê ku ji bilî wê rewşa xerap ya aborî milyonek û pênç sed hezar koçberan hewandiye. Paşê jî Serok Barzanî li erk û çalakiyên xwe yên ji bo komkirina zanyariyan li ser tawanên Da’îş li dijî Êzîdî û pêkhatên din agahdar kir.Li beranber da Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî û amadehiya saziyên Herêma Kurdistanê ji bo yarmetîdanê Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ragihand û erk û çalakiyên wan bi erkekî girîng û pîroz wesif kir. Serok Barzanî li gotarek da behsa pêwîstiya parastina hemû pêkhatan kir û balkişand li ser wê yekê ku mirov mezintirîn sermayeye û pêwîste li hilbijartina ol û bîr û baweriya xwe azad bê. Ji bilî balkişandina bi tawan û dirindeyiya Da’îş behsa ewe jî kir ku Kurdistan penageha xelkê lêqewimî û koçberane û yarmetîdana wan erkekî mirovî û nîştîmaniye û eve jî xiste rû ku bi sedema kultûra dewlemend û dîroka gelê Kurdistanê pêkvejiyana li Kurdistan hêsane û dûre ji kêşe û giriftên eşîrîr û tayîfî. Serok Barzanî behsa wan qurbanîdanên mezin kir ku Pêşmerge bi navê mirovayetiyê de daye û tekez jî li wê yekê kir ku nabê çanda tolhildanê cihê yasa bigrê û gelê Kurdistanê bi kirdarî wan bingehan selmandiye.Her li vê hevdîtinê de her dû alî wê yekê dûpatkirin ku ji bo duvdaçûna li ser keysî û doza tawanan û jenosayd û mafên mirov li peywendî û hemahengî û hevkariyên berdewam da dibin.

Back to top button