Neteweyên Yekbûyî banga qedexekirina ‘polîsên exlaqî’ li Îranê kir
Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya derbarê Îranê de, ji bo parastina jin û keçan ji her cure tundiyê daxwaza derxistina yasayekê û rakirina yekîneya ‘polîsên exlaqî’ kir.
Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya ku di warê mafên mirovan de bi rewşa Îranê mijûl dibe, pêşniyar kir ku divê rêveberiya Tehranê rêziknameyek qanûnî amade bike û bi cih bîne ku jin û keçan ji her cure tundiyê biparêze.
Kiryarên ‘polîsên exlaqî’ yên li Îranê bi taybet bi qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya 22 salî derketibû pêş. Piştre, di destpêka meha Cotmeha îsal de, Armîta Gerawend a 16 salî li metroya Tehranê rastî lêdana ‘polîsên exlaqî’ hat û piştî hefteyekê jiyana xwe ji dest da.
Di raporê Komîteya Îranê de hatin gotin ku “Divê dewlet qanûnek berfireh ku bi zelalî li ser tundiya nav malê, destdirêjiya seksî ya zewacê û sûcên ku bi navê “namûsê” tên kirin bipejirîne û hemû cûreyên namûsê û tundiya li ser jin û keçan sûcdar bike”.
Komîteyê her wiha destnîşan kir ku divê Îran qanûn û polîtîkayên ku binpêkirina perdeya mecbûrî sûcdar dike biguherîne yan betal bike û polîsên xwe yên exlaqî ji holê rake.