Nemana DAIŞ li Sûriyê nayê wê wateyê ku teror li Sûriyê bi dawî hatiye

Siyasetmedarê Kurd Ebdulbasit Seyda dibêje, bi nemana DAIŞ li Sûriye û navçeyê nayê wê wateyê ku teror bi yekcarî li navçeyê nema, niha qonax hestyartir bûye.
Ebdulbasit Seyda ji malpera KDP.info re ragihand: “Nemana DAIŞ li Sûriyê nayê wê wateyê ku teror li Sûriyê bi dawî hatiye, ji ber ku ew rêxistin dikare bi çendîn şêwe xwe rêk bixe û nemana DAIŞ kirîza Sûriyê çareser nake, ji ber ku pirsa Sûriyê pirseke siyasî ye.”
Bi gotina Seyda, “Nemana DAIŞ pêngaveke girîng bû, lê piştî DAIŞê qonax hestiyartir bûye, ku nexuya ye dê çi bi destê Kurdan bikeve, dê Kurd dê çawa kar ligel bûyerên navdewletî dikin. PYD jî heta niha gelek şaşîtî kirine û wek hêzekê ji aliyê hemû aliyan ve bikar dihat. PYD Kurd ji xwe dûr kirin.”
Wî siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê wiha domand: “Ti çare li pêşiya PYDê tune ye, divê vegere rêkeftinên Duhok û Hewlêrê. Divê ew rêkeftinên ku di bin serperiştiya Serok Barzanî de hatine îmzekirin, werin cîbicîkirin, ji ber ku ji ber PYD milyonek Kurd ji Sûriyê penaber bûne û PYD xelk nefî kirine. Divê PYD baweriyekê li cem Kurdan ava bike û jiyana siyasî ji partiyên din re veke.”