Civak

Nefta Kerkûkê 99% li jêr kontrola pêşmrge ye

Ew du bîrên neftê yên ku, berî du rojan pêşmergeyê Kurdistanê destê xwe danî ser û ketin bin kontirola herêma Kurdistanê rojana 300 hezar bermîlên neftê berhem tênin û niha bi tenê yek bîra neftê li jêr destê DAÎŞê de maye.

Hêzên pêşmergeyê Kurdistanê her du bîrên navdar û mezin yên neftê (Bay Hesen û Kerkûk) li tixûbê wîlayeta Kerkûkê xistin bin destê xwe û bi vî awayî 99% nefta Kurdistanê dikeve jêr kontirola hêzên pêşmerge û herêma Kurdistanê û bi tenê yek bîra neftê di destê grûpên çekdar de ye.

Piştî pêşmergeyê Kurdistanê destê xwe danî ser her du bîrên neftê li Kerkûkê, hikûmeta Îraqê reaksyonek dijwar nîşna de û gef li herêma Kurdistnê kirin. Berprisên herêma Kurdistanê jî dibêjin beriya ew bîrên neftê ji aliyê grûpên çekdar ve bên dagîr kirin, pêşmergeyê Kurdistanê ew xistin bi kontrola xwe û divê hikûneta Îraqê sipasiya pêşmerge û herêma Kurdistanê bike.

Back to top button