Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê serdana Bexdayê kir û ji hev cuda li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm û Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiya.Li gor daxuyaniya ofîsa Nûrî Malikî, di civînê de Barzanî û Malikî behsa pêşhatên siyasî yên dahatû û gotûbêja aliyên siyasî ya ji bo pêkanîna hikûmetê kirine. Herwiha li ser navên pêşniyarkirî yên ji bo postê Serokomariya Iraqê axivîne.Nûrî Malikî tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hewldanên navbera aliyên siyasî kiriye ji bo bilezkirina pêkanîna hikûmeteke bihêz ku bikare seqamgîriya siyasî desteber bike û xizmetguzarî ji xelkê re dabîn bike.Postê Serokomariya Iraqê li gor rêkeftinê ji 2003an ve pişka Kurdan e, di nav Kurdan de jî, ya YNKê bû. Lê belê vê carê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî dibêje ku ew post heqê PDKê ye ji ber ku li ser asta Iraqê di hilbijartina dawî de PDK weke partiya yekem bûye.Hefteya derbasbûyî Encûmena Serkirdetiya YNKê, Dr. Berhem Salih weke berbijêrê YNKê yê ji bo postê Serokomariya Iraqê destnîşan kir, ev jî piştî wê yekê ku ji partiya xwe ya Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê vekişiya û vegeriya nav YNKê.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close