Eve demeke hevdîtina Barzani û Ebadi dihat rojevê û ji bo vê yekê di seride Amerika û welatên wek Fransa û Britanya jî doza civînek bi vî awayî dikiran.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.Ev cara yekemîn e ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê serdana Bexdayê dike û ligel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dicive.Berî civîna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li gel Heyder Ebadî, li gel hejmarek ji serok û sekirdeyên welatan civiya bû û welatên mezin ên Ewropayê jî, daxwaza destpêkirina diyalogê bi awayek lez kirin ku mafên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de parastî bin.Serokwezîr roja çareşrem 17.01.2018î êvî xwest bi zûtirîn dem pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin.Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, roja duşemê 15.01.2018, telefona Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir Nêçîrvan Barzanî û çend mijarên giring gotûbêj kirin û Tillerson got ku Amerîka bi berdewamî giringiyê bi têkeliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dide.
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025