
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Venezuelayê yê Îraqê Arturo Aníbal Gallegos Ramírez re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku rûdanên dawî yên li herêmê û encamên wan hatine gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan di hevdîtinê de nêrînên xwe yên derbarê derfetên berfirehkirina pêwendiyên Venezuelayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê anîne zimên.
Her wiha rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, rûdanên dawî yên li herêmê û encamên wan jî hatine nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Venezuelayê diyar kiriye ku parastina aramiya li herêmê girîng e û divê pirsgirêk û nakokî bi rêyên aştiyane bên çareserkirin.