Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Ti hincetek bo êrîşên Îranê tune ye

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ti hincetek ji bo êrîşa mûşekî û dronî bo ser Herêma Kurdistanê tune ye û daxwaz ji Iraqê kir, sînorekî ji bo wan êrîşan deyne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di merasima ragihandina Enstîtuya Dahênanê ya Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û têde behsa êrîşên îro yên li sînorê Koye û Zirguwêzê kir.

Nêçîrvan Barzanî êrîşên îro şermezar kir û got, “ti hincetek ji bo êrîşa mûşekî û dronî bo ser Herêma Kurdistanê tune ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Herêma Kurdistanê dixwaze tekez bike ku dixwaze li navçeyê faktora istiqrarê be û dixwaze têkiliyên baş bi hemû cîranan re hebe, di vê çarçoveyê de jî dixwaze pêwendiyên baş bi Îranê re hebe. Ya di şiyana me de bûye me kiriye û em dê berdewam bin jî.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha amaje bi wê yekê kir ku, nabe Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya metirsiyê ji bo welatên cîran û got, ew êrîş nayên qebûlkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî got, “Nabe Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya metirsiyê bo ser welatên cîran, lê belê ligel wê jî em ti hincetan bo wan mûşekbaranan û şandina wan dronan bo Kurdistanê nabînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kir, sînorek bo êrîşan deyne û Bexda weke serweriya axa xwe lê mêze bike, ku ev beşek e ji binpêkirina mezin a serweriya Iraqê û di vê mijarê de dengê xwe bilind bike û sînorekê ji wan binpêkariyen re deyne.

Back to top button