Civak

Nêçîrvan Barzanî sersaxiya malbata Kaya kir

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta wefat a siyasetmedarê kurd Yaşar Kaya sersaxî li malbat û kes û karê wî kir.Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekî ji bo malbata Kaya sebir xwest û got bila cihê wî biheşt be.Barzanî peyama ku ji bo sersaxiya malbata Kaya ragihandî de dibêje:“Mixabin min xebera wefata siyasetmedarê kurd Yaşar Kaya bihîst. Ez hevxemiya xwe ji bo malbat, xizm, dost û hevalên rehmetî tînim ziman û ji wan re sersaxiyê dixwazim. Ez hêvîdar im ev bibe xema we ya dûmahîkê û cihê rehmetî jî bihişt be.”

Back to top button