Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan pîroz kir

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokê nû Îranê Mesûd Pezeşkiyan kir û hêviya pêşxistina peywendiyên dostane yên navbera Hewlêr û Tehranê û berdewamiya hevkariyên hevbeş xwest.

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser tora civakî de pîrozbahî li Mesûd Pezeşkiyan kir ku wek serokkomarê nû yê Îranê hatiye hilbijartin.

Serok Nêçîrvan Barzanî got: „Bi navê xwe û gelê Kurdistanê bi helkefta hilbijartina birêz Mesûd Pezeşkiyan wek Serokê Komara Îslamî ya Îranê pîrozbahiyê li wî dikim û hêviya serkeftinê ji bo wî dixwazim“.

Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê û Iraq li hêviya pêşxistina peywendiyên dostane yên demdirêj û berdewamiya hevkariyên hevbeş li gel Komara Îslamî ya Îranê ne.

Back to top button