Cîhan

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Boris Johnson kir

Li peyamek da bi helkefta serkeftina Partiya Parêzgerên Brîtanî li hilbijartinên Parlemena Brîtanya da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li birêz Boris Johnson Serokê Partiya Parêzgeran û Serok Wezîrê Brîtanya kir ku eve jî naveroka wê ye:

Cenabê Serok Wezîr Boris Johnson

Serokê Partiya Parêzgerên Brîtanya

Bi germî pîrozbahiyê li we dikim ji bo vê serkeftina mezin ya partiya we Partiya Parêzgerên Brîtanya li hilbijartinên Parlemenê da bi dest ve anî. Hêviya serkeftinê ji bo we û partiya we dixwazim.

Ev serkeftina mezin û bi dest ve anîna baweriya gelê Brîtanya, nîşana bawerî û piştgîriya gelê weye li serkirdayetî û dîtina we û partiya we ya ji bo niha û paşaroja Brîtanya de. Em li Herêma Kurdistanê bi rêz û pêzanînê ve li hevkarî û piştgîriyên Brîtanya ya ji bo gelê Kurdistanê dinêrîn û bi peroşê ve dixwazîn peywendiyên xwe zêdetir pêşbixîn.

Dûbare pîrozbahiyê li cenabê we û partiya we dikim, hêviya serkeftinê ji bo we û Hikûmeta we ya nû û aramî û pêşketina berdewam jî ji bo gelê Brîtanya dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13/12/2019

Back to top button