Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Yana Dihokê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Tim a Fotbolê ya Dihokê kir. Tima Fotbolê Ya Dihokê şevîdin li gel Tima fotbolê ya Necefê li Bexdayê yarî kir û 1-0 serkeftin destve anî. Niha jî dê Dihok Nûnertiya Iraqê di kupaya Kendavê de bike.
Serokê Herêma Kurdistanê di medya civakî de li ser hesabê xwe yê Xê daxûyaniyek kî de pîrozbahî li Yana Dihokê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî di daxûyaniya xwe de dibêje:
” Bi germî pîrozbahiyê li Klûba Futbolê ya Duhokê û hemû hezkiriyên wê dikim ji bo serketina li hember Klûba Necef a Bexdayê ya vê êvarê ya şampiyoniya Kûpaya Kendavê.
Ev serkeftin cihê dilxweşiya me hemûyan e û hêvîdar im bi baştirîn şêwe nûneratiya Iraq û Herêma Kurdistanê bike û serkeftinên mezintir bi dest bixe. Ez pîrozbahiyê li hemû lîstikvan, serok û rêveberiya Klûba Duhokê dikim. “