Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kosulusê Amerikayê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Steven Fagin civiyan û behsa peywendiyên Hewlêr û Washintonê kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê di civînê de çend mijar gotûbêj kirin ku di nav wan de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ji hemû aliyan ve, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û başbûna wan û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û geşedanên herêmê.
Herwiha di civîna li Hewlêrê, behsa rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Li ser vê mijarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kurteyek derbarê rêkeftina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina saziya Serokatiya Herêmê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Gotûbêjkirina pêşhateyên herî dawî yên herêmê, rewşa niha ya Mûsilê û derdora wê, deverên nakokî li ser, pêngavên qonaxa piştî DAIŞê û jinavbirina fikra tundrewiyê û rêgirtina serîhildana wan bi hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê û hevpeymanan, herwiha zemînsaziya vegera awareyan bo cih û warên xwe, aliyekî din ê civînê bû.