Îro sibehî 22.09.2020ê serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li James Jeffrey nûnerê taybetê Amerika ji bo karubarê Suriye û nûnerê taybet ê hevpeymaniya li dijê DAÎşê û heyetên li gel kir.
Di civînê de wezîrê Pêşmerge, fermandarên pêşmerge û berpirsê pêwendiyên derve yê herêma Kurdistanê amade bûn. Di civînê de li ser bûyerên dawî li Suriye hatîn pêş û ser rolê hevpeymaniyan li dijê DAÎşê hate sekinandin. Herweha behsa metirsiyên teroristî li Suriye , Iraq û herêma Kurdistanê hate kirin.
Di civînê de taybetî li ser yekrêziya Kurda hate sekinandin û gotubêjek berfireh li ser babetê yekrêziya kurda li rojavayê Kurdistanê hate kirin.
Jeffrey dubat kir ku, ewê li pişgiriya herêma Kurdistanê berdewambin û di tekoşîna dijê teröre de hemû awayî arîkariya Pêşmergeyan bikin.
Jeffery behsa girîngiya yekrêziyê li rojavayê Kurdistanê kir û herweha behsa rolê Nêçîrvan Barzanî div ê yekrêziyê de kir.
Serokê Kurdistanê jî behsa rolê Amerika di şerê dijê teröre kir û ji bo pişgiriya Amerikayê spas kir.