Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî li gel Goranê dicive

Li bajarê Silêmaniyê civîna şanda payebilind a Partiya Demokrata Kurdistanê li gel Tevgera Goranê dest pê kir. Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî serokatiya şanda wê partiyê dike.Şandeke payebilind a PDKê bi serokatiya cîgirê serokê wê partiyê Nêçîrvan Barzanî gihîşt baregeha sereke ya Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê û ji aliyê Serokê Giştî yê Goranê Omer Seyid Elî ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî civîna Nêçîrvan Barzanî li gel rayedarên Goranê dest pê kir.Civîna şanda PDKê û Nêçîrvan Barzanî li gel Tevgera Goranê di çarçoveya wan hevdîtin û civînên li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de tê, ku ew demek e dest pê kiriye. Peyamnêrê Rûdawê yê li Silêmaniyê, Erkan Elî ragihand, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û hemahengiya aliyên Kurdî li Bexdyaê du mijarên sereke yên gotûbêja navbera Nêçîrvan Barzanî û berpirsên Goranê dibin.Şanda PDKê roja yekşembiya vê heftiyê li gel her yek ji Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr û Serokê Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih civiyabû.Serdana îro ya şanda PDKê û civîna her du aliyan, piştî 14 meh ji qutbûna pêwendiyên navbera her du aliyan tê.Peyamnêrê Rûdawê yê li Silêmaniyê, Erkan Elî herwiha da xuyakirin, civîna îro ya navbera şandên PDKê û Goranê herwiha jibo asayîkirina pêwnediyan û nehêlana aloziyên di navbera wan de ye.Herwiha ev serdan di demekê de ye, ku biryar e di 30ê Îlona îsal de (26) rojên din hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê birêve biçe.Li ser birêveçûna hilbijartinan, hêj gotegotek û nîqaş di navbera partiyên siyasî de bi dawî nebûye, lê komîsyona bilina hilbijartinan dibêje, heta niha ti partiyeke siyasî heta niha bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye û hilbijartin dê di dema xwe ya diyarkirî de, di 30ê Îlonê de bihê sazkirin.Rêveberê Giştî yê Datayan li Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, roja 5ê vê mehê aliyên siyasî dikarin dest bi propagandayên xwe yên hilbijartinan bikin.

Rûdaw

Back to top button