Nêçîrvan Barzanî: Karê li pêş me avakirina hevpeymanike Kurdistanî ye
Serokê Herêma Kurdistanê piştî hevdînên ligel berpirsên Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanî (YNK) ragihand ku divê hemû alî kar bikin bo bidestxistina mafê gelê Kurdistanê û niha karê li pêş wan avakirina hevpeymanike Kurdistanî ye.
Bi armanca pêkanîna yekîtî û yekdengiyê di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de û herwiha ji bo asayîkirina pêwendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Silêmaniyê kir û bi cuda li gel YNK û Goranê civiya.
Piştî hevdîtina li gel berpirsên Goranê, Nêçîrvan Barznaî li mala Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, li gel polîtboruya partiyê hevdtîn pêk anîn.
Nêçîrvam Barzanî serdana gora Serokomarê Berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî kir.
Barzanî herwiha serdana gora serokê berê yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa jî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinan di civîneke rojnamevanî de ragihand ku armanca wan a serekî yekdengiya helwestên aliyên Kurdistanî ye.
Barzanî got: “Karê li pêş me avakirina hevpeymanike Kurdistanî ye û em dê sedana aliyên din jî bikin heta ku yekdengî û hevpeymaniyeke Kurdistanê dirust dibe. Eger her aliyek cuda kar bike em nikarin ti destkevtiyekê bidest bixin.”
Derbarê peywendiyên Hewlê û Bexdayê de jî Barzanî diyar kir ku peywendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê baş in û di hefteya bê de şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexda dike. Heta niha hevdîtin bi başî berdewam in û hêvî dikin ku bigihejin encameke baş.”
Barzanî behsa wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê ji bo aramkirina rewşa Iraqê dê alîkar be û rewşa Iraqê bi guhertina yek kesî nayê çareserkirin.
Di heman demê de Serokê Herêma Kurdistanê spasiya gelê Herêma Kurdistanê kir û got: “Eger têgiheştina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê nebûya rewşa herêmê bi şêweya niha birêve diçe nedibû. Hêvîdar in hikûmeta Herêma Kurdistanê bikara dahatûyeke baştir ji bo gelê Herêma Kurdistanê dirust bike.”
Di serdana îro ya bo Silêmaniyê de, herdu cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Şêx Ceifer Şêx Mistefa û Mistefa Seydi Qadir û herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî bi Nêçîrvan Barzanî re bûn.
Mehek beriya niha, şandeke YNKê ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Goranê re serdana wê tevgerê kir, lê belê wê demê Goranê daxwaz kir, ku divê Şêx Ceifer bi fermî daxwaza lêborînê bike. Goran dibêje, Şêx Ceifer teqekerê serekî yê bûyerên li ber baregeha serekî ya wan a li Silêmaniyê bûye. Ji ber wê daxwaza Goranê, hewldana YNKê bo asayîkirina têkiliyên bi wê partiyê re serkeftî nebû.
https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/415126766058321/?t=93
https://www.facebook.com/kurmancirudaw/videos/463844880990820/?t=0