Cîhan

Nêçîrvan Barzanî bo Amerîkayê: Divê ji bo azadkirina Mûsilê pilaneke zelal hebe

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja înê 26.08.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li sanatorê partiya Komarî yê wîlayeta Teksasê John Corniyn kir û senatorê amerîkayî mêrxasî û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorê û têkşikanidna efsaneya terorîstên DAÎŞê ji aliyê pêşmerge ve bilind nirxand û bi navê gel û hikûmeta Amerîkayê sipasiya Hikûmeta Kurdistanê kir ku, pêşwazî li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewaninde û xizmeteke baş jê re kirye.Şandeya Amerîkayê behsa operasyona azadkirina bajarê Mûsilê kir û bi pêwîstî zanî ku di navbera Hewlêr, Bexda û hevpeymanan de hevkarî û hevahengiyeke baş hebe bi awayekî ku ew dilgraniya xelkê Mûsilê û aliyên Sune heye nemîne û mafê timama aliyan parastî be. Senatorê wîlayeta Teksasê got ku di dema operasiyona azadkirina Mûsilê de tê çaverêkirin ku gelek kes koçber bibin û ber bi herêma Kurdistanê bên lewra pêwîste, di vî warî de, civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û têbîniyên senatorê partiya Komarî yê wîlayeta Teksasê kir û got ku Herêma Kurdistanê hertim pêşwazî li lêqewmiyan kiriye û dike, lê îmkanên Herêma Kurdistanê txûbdarin, ji ber hindê pêwîste civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka lêbixebite ku, zêdetir alîkariya Kurdistanê bike. Serokwezîr sipasiya welatên hevpeymanên dijî DAÎŞê û bi taybetî Amerîkayê kir ku her ji destpêka êrîşên DAÎŞê alîkariyên leşkerê pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine.Li dor têkeliyên navbera Kurdistan û Îraqê jî de, Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku, Herêma Kurdistanê amadeye bi rêya dyalog û danûstandinan tev pirsgirêkên bi Bexdayê re hene çareser bike û eşkere kir ku, ji bona zêdetir hevahengiyê, di demk nêzîk de civînên leşkerî di navbera her du aliyan de dê dest pê bikin, lê gelek giringe di warê siyasî, ewlehî, civakî, avadankirin û mirovî de ji bo Mûsilê pilaneke zelal hebe.Serowkezîr got ku, pêşmergeyê Kurdistanê li derdûra Mûsilê serketinên mezin bi dest xistine û ji bo azadkirina bajêr û deverên jêr destê terorîstên DAÎŞê gelek eniyên nû vekirine.

Back to top button