Polîtîk

NB: nabe mixalifet jiyan û welêt li ber çavên welatiyan reş bike

Duhî roja sêşemiyê 28ê gulanê li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, waliyê Silêmaniyê û hijmareke wezîrên hikûmeta Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê nexweşxaneya Şar ku, bi nexweşxaneya 400 qerewêlî naskiriye, di merasimeke taybet de vekir.

Di merasima vekirina  nexweşxaneya Şar li bajarê Silêmaniyê de, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û behsa pirojeyên xizmetgozarî li bajarê wîlayeta Silêmaniyê û bi tyabetî giringiya vekirina nexweşxaneyeke 400 qerewêlî bo hevwelatiyan kir:

– Ev pirojeye (nexweşxaneya Şar) ku, pêştir biryar li ser hatibû dan, destpêkek nû bû bo hikûmeta herêma Kurdistanê. Ji ber ku pirojeyên wisa mezin pêştir li herêma Kurdistanê nehatibûn encam  dan, pirojeyekî pêşkeftiyê nû bû. Her çiqas kêmasî têda hebûn û timamkirina nexweşxaneyê texîr bû, lê îradeya hikûmeta herêma Kurdistanê û kabîneyên yek li pey ya din yên hikûmetê wisa kir ku, îro em li vir amade bûn bi dilekî xweş nexweşxaneya Şar li bajarê xweştiviyê Silêmaniyê vekin.

– Pêşxistina warê perwerdeyê û saxlemiyê du armancên serkîne di karname û pilana stratejîya hikûmeta herêma Kurdistanê de ku, nuha hikûmet bi cidî kar li ser her du armancan dike. Me weke hikûmet, li gor yasaya wezareta saxlemiyê ku, sala 2007 derketiye, ji bona pêşxistina şiyanên kadiroyên warê saxlemiyê û dabînkirina amêrên pêşkeft,  gelek kar kiriye. Di heman demê de me piştevaniya sektora taybet kriye ku, başdariyê di pêşxistina warê saxlemiyê de li Kurdsistanê  bikin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de bahsa rewşa navxweya herêma Kurdistanê û helwesta hikûmetê li hember pirsgirêkan  kir:

– Berî wergirtina kabîneya heftem a hikûmeta Kurdistanê, ji bona xurtkirina reforman û yekxistina navmala kurd, min hewil da ku hemû aliyên dervey desthilatê di kabîneya heftem de beşdar bin, ji berku, di vê qonaxa hesas ya gelê me de, ji hemû deman me zêdetir pêwîstî bi yekrêziyê heye. Me dixwest ku, hikûmet fêdey ji îmkan û şiyanên kadiroyên opoziyonê, ji bona xizmetkirina hevwelatiyan,  werbigire. Nuha ew alî dikarin bi pêşniyar û rexneyên xwe, dûr ji êrîşkirinê, bo zêdetir pêşxistina karên hikûmetê alîakriyê bikin.

– Nuha Kurdistanê navdengiya xwe di cîhanê de heye ku, berdewam pêş dikeve û xweşiya jiyanê têde zêde dibe. Eev yek her wisa ava nebûye, lê bi xebatek mezin Kurdistanê ew nanavdengiya xwe bidestkeftiye. Ji ber hindê her hêz û aliyek li Kurdistanê jiyanê li ber çavên xelkî ewş bike, karekî xerap dike. Çênabe mixalifet ji bona armancên hilbijartina, jiyan û welêt bi reşî nîşan bidin. Çênabe ji bona armancên siyasî û hilbijartina derz bixin navbera hikûmet û hevwelatiyan.

Her di vê merasimê de birêvebirê nexweşxaneyê, Kameran Ehmed wezîrê avadankirin û wezîrê saxlemiyê peyv pêşkeş kirin.

Back to top button