Naveroka peyama serokwezîr bo Celal Talebanî
Bi minasibeta 40saliya damezrandina Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Celal Talebanî sekreterê giştiyê YNKê dike û ev li jêr teksta wê peyamê:Birêz cenabê mam Celal sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya KurdistanêBi minasibeta derbasbûna 40 salan bi ser damezrandina Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistanê de, pîrozbahiyê li we yên birêz û xweştivî û polîtbûroyê û hemû endam û cemawerê YNKê dikim. Ez hêvîdar im YNK û hemû hêzên kurdistanî bikaribin gelê Kurdistanê bigihînin wan armancên bala yên ji bona wan hatine damezrandin.Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê weke pêwîsteyeke xebatê hat damezrandin û piştî serkftina serhilndanê digel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye xwediya mezintirîn şanaziyê di xebata hevçerxa gelê Kurdistanê de ku ew jî destpêka avakirina tecrûbeyeke demokratîk û hilbijartinên parlamentoyê û pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê bû.YNK di hemû karên hikûmeta herêma Kurdistanê de hevbeşa sereke û esasî ye û digel PDKê û partiyên din yên di hikûmetê de beşdar, xwediya şanaziya parastina destkeftiyan û dubareavakirin û dirustkirina infrakstrukrura aboriya Kurdfistanê ye ku, îro ji ber wan destkeftiyan, gelê Kurdistanê kariye di nexweştirîn rewş de; birîna budceyyê herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û rûbirûbûna metirsîtirîn rêxistina çekdara terorîstî li cîhanê li berxwe bide.Hemû pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya wezareta pêşmerge û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê de, ji bona parastina Kurdistanê hest û xwûna wan têkel hev du bûye. Divê îro, di warê siyasî de, di navbera hêzên kurdistanî de zêdetir hevpeymanî û yekdestî hebe.Li gor rewşa deverê û hawkêşeyên siyayên nû, îro bihevrekarkirina hêzên siyasiyên Kurdidstanê ji hemû deman pêwîstire daku gelê Kurdistanê ji duriyana hatiye pêş, bikaribe rêyên rast hilbijêre û ev derfetên ji bo gelê Kurdistanê hatine pêş winda neke. Di hemna demê de bikaribe bi ser hemû wan metirsiyan de serbikefe ku niha rûbirûyê Kurdistan û xelkê wê bûne û wan ber bi serkeftinê ve bibe.Piştî serhildanê me tecrûbeya bi wî awayî hebû, niha jî her bi wê hevkarî û hevpeymaniya hêzên kurdistanî, dikre ew yek bê kirin. Bê guman YNK di wî warî de xwedî cî û hêzeke sereke ye û em hemû di wê baweriyê de ne ku, di vê qonaxê jî de YNK di warê diyarkirina pêngavên neteweyî yên hevbeş digel hêzên kurdiatnî li herêma Kurdistanê, weke pêkhêner, hevbeş û rêvebireke sereke ya hikûmeta herêma Kurdistanê, rola xwe bilîze.Herwesa, bê guman, hevpeymanî û hevkariya navbera hêzên siyasiyên Kurdistanê, gelê Kurdistanê ber bi paşerojeke siyasiya geştir û zêdetir xizmetkirin û jiyaneke xweştir û baştir dibe. Ew hevpeymanî ji bona xizmetkirina gelê Kurdistanê û piştevanîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê gelek giringe.Careke din pîrozbahiyê li we yên birêz, serokatî û hemû cemawerê YNKê dikim.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê herêma Kurditanê31.05.2015