Naveroka civîna hikûmeta Kurdistanê
Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê, îro roja yekşemiyê 31.05.2015ê li bajarê Hewlêrê, di bin seroaktiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya û di civînê de çend pirsên giring û aktueld di rojeva herêma Kurdistan de nirxandin.Di destpêka civînê de, Elî Sindî wezîrê pilandananê behsa pirsgirêk û arîşeyên belênder û kompaniyên cîbicîkirina pirojeyên giştî ku ji sedema kirîza êkonomî karên wan rawestane, kir û ew pêngavên wezareta pilandananê ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan avêtine ji beşdarên civînê re berçav kirin û ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan hijmareke pêşniyaran kirin.Civînê gotûbêj li ser rapora wezareta pilandannê ya çewaniya çareserkirina pirsgirêkan kir û sipasiya belênderan û kompaniyan kir ku di vê kirîza êkonomî de bi tehemûl û xweragir bûne. Serokwezîrê Kurdistanê dîtinên xwe li ser rapora wezareta pilandananê diyar kirin û tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê li gor wê raporê dikare baştir bernameya xwe ji bo çarerserkirina wan pirsgirêkan amade bike û got:- Nîzîke em bigehin qonaxekê ku pirsgirêkan çareser bikin û ev rapor jî alîkar û weke nexşerêyekê dibe ji bona çareserkirina pirsgirêkan û pirosesa piryardanê jî hêsan dike.Piştîwan Sadiq wezîrê perwerdeyê li ser korbenda cihaniya warê perwerdeyê a sala 2015ê ku li jêr navê (guhertina jiyanê bi rêya perwerdeyê) û di roja 19-22 meha gulana îsal li Koreya Başûr hatibû saz kirin û wezareta perwerdeyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê tê de başdar bibû, daxuyaniyek da û behsa wan 20 xalên di kurbendê de ji bona pêşxistina warê perwerdeyê li ser asta cihanê kir û civînê ew xal pesind kirin ku weke nexşerêyekê ji bo pêşxistina warê perwerdeyê li herêma Kurdistanê sud jê werbigirin.Kerîm Şingalî wezîrê karên navxwe ku berî heyamekî serdeana devera Raniye kiribû, bi raporekê behsa pirsgirêk û daxwazên îdareya Raperîn li Raniyeyê kir. Civînê ew rapor nirxand û tekêd li ser wê yekê kir ku gelek ji daxwaziyên îdareya Raperînê hatine bicîkirin û yên din jî wê di demek nêzîk de bên bicîkirin. Sefîn Dizeyî serokê fermnageha mediya û zaniyarî a ser bi serokatiya civata wezîran ve, behsa qanûna mafê bidestxistina zaniyariyan li herêma Kurdistanê, qanûna jimare 11 a sala 2013ê ku nuha ew qanûn ketiya di warê piraktîkê de, kir û li gor benda 21ê ji wê qanûnê li ser civata wezîran pêwîste bi hevahengî digel desteya serbixweya mafê mirovî ji bona cîbicîkirina wê qanûnê rênîşanderên taybet derbixe. Civînê biryar de ku, aliyên peywendîdar ji bona cîbicîkirina wê qanûnê rênîşanderên taybet amade bikin.