Polîtîk

Naveroka civîna Barzanî û Erdogan

Li Enqereyê duhî roja şemiyê 15ê adarê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Receb Teyb Erdogan  serokwezîrê Tirkiyeyê civiya û têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê nirxandin.

Di civînê de têkeliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê yên di warê bazirganî, aborî û hekariya di warê enerjiyê de û çewaniya pêşxistina wan têkeliyên hatin gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê kêfxweşiya li hember rêkeftina navbera Kurdistan û Tirkiyeyê a di warê berfirehkirina deriyê Îbrahîm Xelîl û vekirina çar deriyên din yên nû li ser sînorê navbera her du welatan de nîşan da û wî tekîd kir ku, vekirina deriyên nû dê bizava bazirganiyê û herwesa têkeliyên civakî jî ku di berjewendiya her du aliyan de be xurtir bike.

Rewşa emnî û siyasiya Îraqê û paşeroja pirosesa siyasî, hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku dê di 30ê nîsanê de bin kirin, hilbijartinên Tirkiyeyê, pêşhatên Suriyê û guhertinên herêmî di civînê deb haitn nirxandin.

Piştî civîna bi serokwezîrê Tirkiyeyê re, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re vegeriya Hewlêrê.

Back to top button