Navê Kurdistanê û xezeba Kemalistan
Niviskar û rojnamevanê naskirî Emin Çolaşan jî xwe negirt û behsa avakirina Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Diyarbekirê kir.
Emîn Çolaşan di rojnama Sozcu de derbarê avakirina Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê de dibêje:
“ Rojên dawî bûyerên acêb çêdibin. Li Diyarbekirê komeleyek nû vebû.Tabeleya komelê bi Kurdî û Tirkî hate daliqandin.Ev li himber çavên dewletê û walî û dezgehê din çêbû. Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê roja ku hatî vekirin Al jî rakirîbûn. Ala desthilatdariya kurd li bakurê Iraqê hebû. Vêca em hemû dive bibînin ku vê hukumeta bê mesuliyet, vale û netişt welatê me be bi kûve dibe.
Raze waliyê Diyarbekir raze. Niha dema waliyê Diyarbekir van gotinên min bixwîne wê bêje“ Xewa çi birayê min dilê me jî dişewite. Lê em biryarên hukumetê pêktînin.“ Niha hêdî hêdî dor tê ku Ak Partî azadiyên din bide wan. Di serî de perweda bi zimanê Kurdî. Li hêviyê bin emê hemû bi hevre bibînin dê hêja çi bibe.
Ev nivîs û ev gotinên Kemalistên nijadperest ne hevceyê tu şêrovaye. Niha divê her Kurdek dîtina wî, siyaseta wî çibe bila be pêwiste li navê Kurdistanê xwedî derkeve. Heta ev yek erkek netewiye û dibe pîvana welatparêziyê. Ji ber ku li himber van êrîşên nijad perest divê em li welatê xwe û navê welatê xwe xwedî derkevin.
Îro di roja me de vê gavê ev yek di kesayeta Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê de tê kirin. Kurd divê li vê pêvajoyê li vî navî li KURDISTANê xwedî derkevin.
Rojeva Kurd