CîhanKulturPolîtîk

Navê Kurdistanê bînin pêşiya sazîyên xwe

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê, ji berî niha du salan roja 25.07.2013ê serî li wezereta navxwe dabûn ku komeleyekî bi navê Kurdistanê vekin.Bi navê KURDISTANê cara yekem bû komeleyek dihat vekirin.Vê yekê bandora xwe li rojeva siyasîya Tirkiye kir. Medya Tirkiye gelek li ser vê yekê sekinî.Wezareta navxwe ji ciwana daxwaz kir ku navê Kurdistanê biguherînin û wezareta got ku ev nav ne li gora destura Tirkiyeye. Herweha wezaretê gote eger di demê hatî kifşkirin de ev nav neyê guhertin dê derbarê berpirsê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê de doz bête vekirin.Ciwana bi yek gotinekî bersiva wezaretê da. Ciwanan got: Kurdistan nevê welatekiye em nikarin biguherin, lê hun dikarin destura xwe biguherînin.Polisa gelek asteng endamên Tevgerêre çêkirin. ew girtin, ew tirsandin Ala Kurdistanê ji avahiya komeleyê anin xwar . Lê her carê Ciwanan bi çalakiyekî bersiva wan dida.Tekoşîna Tevgera Ciwanên Kurdistanê ispat kir ku mirov bi xebatek vekirî, şefaf û metodên demokratîk dikare nirxên netewî biparêze û serbikeve.Dawiyê de wezereta navxwe navê Kurdistanê pejirand.Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi vê mebestê daxûyaniyek belav kir. Daxûyaniya Tevgerê:JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ REMe di 25.07.2013an de li ser navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê him ji bo kadroyên xwe bi awayeke baş perwerde bikin him jî ji bo ku ji bo me bibe navenda perwerdehî û kombûnê, li Amedê serî li Maseya Komeleyan da û me xwest bi navê xwe komele vekin. Ev du sal in ji ber ku di navê me de “KURDISTAN” heye, serîlêdana me nedihat qebûlkirin û dixwestin hemû xebatên me asten bikin.Di pêvajoya van du salan de bi telîmata Wezareta Karên Navxweyî di der heqê damezrênerên komeleyê de lêpirsîn dest pê kir, hevalên me hatin binçavkirin, hatin girtin, ji alîyê hin çapemeniyên ku girêdayî hin alîyan in li hember me bi awayeke zanetî kampanyayên lînçê destpêkirin.Ji roja ewil heta îro li hember hemû zext û zordarîyan helwesta TEVGER’ê li hember dewletê zelal û rast bû me vê daxuyanîyê da; “Em navê Kurdistanê naguherin, ev navê welatê me ye. Ger li gor qanûnên we navê welatê me qedexe be, wê deme hun qanûnên xwe biguherin.”Piştî pêvajoyeke du salan axir ezbereke din xera bû, tabûyeke din şikest û axir navê Kurdistanê bi dewleta ku ji 80 salî zêdetir e hebûna Kurdan jî înkar dikir hate kebûl kirin.Em hemû endamên Tevgerê ku di vê pêvajoyê de ji xetên xwe yên sor tawîzê nedan û dev ji qada têkoşînê bernedan pîroz dikin. Ev destkeftin bi têkoşîna we hate bi dest xistin. Dîsa em spasîya hemû xwişk û birayên xwe yên ku di vê pêvajoyê de me ji piştgiriya xwe mehrûm nekirin, ji me re derîyên malen xwe dilen xwe vekirin û madî/manevî piştgiriya me kirin dikin.Em dixwazin careke din bi vê minasebetê bangî hemû sazîyên ku li ser navê Kurdan xebatê dikin lê ji ber astengên qanûnî nikarin navê Kurdistanê bikar bînin dikin; werin em bi hevûdu re li vê destkeftiyê xwedî derkevin, navê Kurdistanê bînin pêşiya sazîyên xwe. Ev berpirsariyeke dîrokî ye û erka me yê netewî ya me hemûyan e.Çar komeleyên me yên din hene ku ji ber vê astengê me nikaribû navê Kurdistanê bi kar banîyana û me berê jî di vekirina wan komeleyan de ji raya giştî re sedemên wê eşkere kiribû. Me sozek jî dabû. Me gotibû ku ger em di vê têkoşînê de biserkevin, emê navê hemû komeleyên xwe biguherin û navê Kurdistanê bi kar bînin.Niha wek ku me soz dabû emê navên komeleyên xwe biguherin û em hêvî dikin ku hemû sazîyên ku li ser navê Kurdan xebatê dikin, vê guherînê bikin.KOORDÎNASYONA RÊVEBIRIYÊ YA TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ02.10.2015AMED/KURDISTAN 12109198_1642031326046292_4657321359991703253_n

Back to top button