Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku “Îran bêîstîqrariya li herêmê didomîne” û got: “Ev reftar nayê qebûlkirin ji ber ku Îran ji êrîş û hedefgirtina keştiyên li Deryaya Sor berpirsyar e”.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Amerîkayê di kongreyek rojnamevaniyê de ji ber êrîşa li ser leşkerên Amerîkî sersaxî ji hikûmet û gelê Amerîka re xwest. “NATO Îranê wek karakterê sereke yê bêîstîqrarkirina herêmê diîne û ewlehiyê têk dide.
Stoltenberg di vê derbarê de got ku Îran ji desteka terorîstên ku êrîşî keştiyên li Behra Sor dikin berpirsyar e. Jens Stoltenberg got: “Reftara Tehranê nîşan dide ku cîhan bêqanûn e, ev jî pêşkeftinek metirsîdar e û nayê qebûlkirin. Bi vî awayî karê me yê dabînkirina ewlehiya cîhanê hîn dijwartir dike”.