CivakRojev

Nasnama 9 kesên ku li Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere bû

Nasnameya 9 kesên ku li navçeya Bismilê ya Amedê di encama şerê çekdarî yê di navbera du malbatan de jiyana xwe ji dest dayîn, hate eşkerekirin. Dermankirina 2 kesên ku di şer de bi giranî birîndar bûn li nexweşxaneyê didome.

Li gundê Serçelerê yê navçeya Bismilê ya Amedê nîqaşa ku danê sibehê ji ber erda 200 dekar a di navbera malbatên Taş û Alyamaç de derketibû, nîqaş giha radeya şewitandina zeviyên ganim. Ev yek bibû sedema şerê çekdarî. Piştî ku rewş ji Navenda Telefonên Lezgîn a 112 re hat ragihandin, ekîbên tenduristiyê û ekîbên ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hat hînbûn ku Emîn Alyamaç û Selîm Alyamaç ê ku mirine birayên hev in. Kurên Selîm Alyamaç Muhammed Alyamaç û Omer Alyamaç jî di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de ne. Di nav kuştiyan de biraziyê wan Yunus Alyamaç jî heye.

Ji malbata Taş 4 kes hatin qhatine kuştin. Hat hînbûn ku her çar kes pismamê hev in.

Hat ragihandin ku navên kesên jiyana xwe ji dest dane Halîl Taş, Serhat Taş, Orhan Taş û Mehmet Can Taş in.

Balkêş e ?
Close
Back to top button