Polîtîk

Namzetê HUDA-PAR: Heger em deriyên xwe ji hev re bigirin tu pirsgirêk çareser nabe

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê HUDA-PARê Îsmaîl Çevîk got: “DEM Partiyê deriyên xwe ji me re venekirin, em çûn û lê wan derî li me girt. Heger deriyê xwe vekirana, emê dîsa biçûna. Ji ber ku em ji heman eşîrê, ji heman miletî ne. Heger em deriyên xwe ji hev re bigirin tu pirsgirêk çareser nabe“.

Ji bo hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adarê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bên kirin hindik ma. Tê payîn ku pêşbirka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di navbera DEM Partî û AK Partiyê de bê kirin. DEMê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, AK Partiyê Abdullah Erîn wek namzet nîşan dan.

Li bajarê ku 888 hezar nifûsa wê ye, HUDA-PAR bi Îsmaîl Çevîk beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibe. Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê HUDA-PARê Îsmaîl Çevîk, ji çapemeniyê re anî zimên ku HUDA-PAR hem Kurd e, hem Tirk û hem jî Ereb e.

Çevîk got:

“Tiştê ku ji bo yek eşîrê helal be, ji hemû eşîran re helal e. Em daxwaz dikin ku Kurdî bibe zimanê fermî. Divê Kurdî li dibistanan fermî be“.

Çevîk li ser pirsa nêzîkatiya HUDA-PARê ya li hember DEM û partiyên din ên Kurdistanî jî got: “Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Heta ku deriyên xwe negirin em dikarin herin her derê. Partiya DEMê deriyê xwe ji me re venekir, em derketin û wan deriyên xwe girt. Heger deriyên xwe vekirana, emê dîsa biçûna. Ji ber ku em ji heman eşîrê, ji heman miletî ne. Heger em deriyên xwe ji hev re bigirin tu pirsgirêk çareser nabe”.

Back to top button