Cîhan

Nakokî kûr dibin

Amerika û Rusya cardin sinyala şerek sar didin.Piştî casusek kevin yê Rusya li Britanya bi jehrê hate kuştin, di serî Îngiltere û welatên din diplomatên Rusya ji welatên xwe derxistin. Di serida Amerika û hemû welatên hevpeyman destpê kirin ku diplomatên Rusya ji welatên xwe rêkirin. Ev yek ji  dema Şerê Sar di navbera Rusya û Amerika de heyî, behtir krîzê kûr dike..Ji bo vê jî gelek pispor didin xûyakirin dixweyê cardin pêvajoya Şerê Sar destpê dike. Bê guman Rusya jî li himber vê helwesta Amerika û hevalbendên Amerika diplomatên hinek welatan dertêxe. Lê dê encam çibe , herkesek li hêviyê ye.Şerê Sar di navbera Amerika û Rusya de ji sala 1945ê heta 1989ê bi hilweşandina dîwarê Berlinê berdewam bû. Di wê demê de du enî li cîhanê hebûn. Eniyek Amerika serkêşî dikir û eniya din jî Rusya serkêşî dikir û ji welatên sosyalist pêk dihata.

Back to top button