Nahît Eren cara duyemîn bû Serokê Baroya Amedê.
Di kongreya Baroya Diyarbekirê ya 48an de, serokê berê Nahît Eren cara duyemîn hate hilbijartin.
Di roja duyemîn a kongreya 48an a baroya Diyarbejkir de, parêzeran ji bo hilbijartina serokê nû yê baroyê deng dan.
Di hilbijartina ku li Navenda Kongreyê ya Çandê ya Sezaî Karakoç a Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat de 2 hezar û 49 parêzeran dengê xwe dan.
Di dema ku Nahît Eren, Muhsîn Ogûrgul û Cengîz Baysal ji bo serokatiyê hevrikî dikirin, ji bo rêveberiyê jî 9 namzetên jin hebûn.
Serokê niha Nahît Eren ku di hilbijartinê ku, de beşeke mezin ji dengan wergirtibû, cara duyemîn ji bo Serokatiya Baroya Diyarbekirê hat hilbijartin.
Di roja yekemîn a kongreyê de parêzerên jin bi armanca piştgirîdayîna çalakiya jina Kurd Jîna Emînî û jinên ku li Îranê ji aliyê “polîsên exlaq” ve hatin qetilkirin porê xwe birîn.