Civak

Nacî Gorûr:Ji bo Çewlikê rîska erdhejeka bi lerza 7,4 heye !

Duh li Çewlikê erdhejeke bi lerza 4 pêk hat.li ser vê yekê Erdnas Prof. Dr. Naci Gorûr wek gelek caran gelek nirxandinek kir.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê ragihand ku duh li Çewlikê bi lerza 3,9an erdhejek pêk hat. Rasatxaneya Kandîllî hêza erdhejê 4 pile ragihand.

Erdnas Prof. Dr. Naci Gorur, di derbarê erdheja Çewlîgê de daxuyaniya ewil da. Görür li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: “Li Çewlîga navçeya Kanîrêşê bi lerza 4,0 erdhejek pêk hat. “Xalê hevberdana erdhejê di navbera DAF û NAF de di nav devera EAF ya nêzîk de ye,”

Prof. Dr. Nacî Gorûr bal kişand ser xetereya erdhejên mezin ên li Dêrsim, Erzîngan û Çewlikê. Görür dibêje ku, ji xwe Xeta Fay a Anadoluya Bakur îşaret kiribû û ji bo li herêmê bi lerza 7,4 erdhejek dê çêbibe.

“Di navbera Erzîngan û Kanîreşê de beşa Yedîsuyê ya Çeqeya Bakurê Anadoluyê ye. Dema ku em erdhejên li vê herêmê lêkolîn dikin, em dibînin ku erdheja herî mezin di sala 1784an de pêk hatiye. Gelo di navbereke 250 salî de erdhejên mezin li ser Çeqeya Anadoluya Bakur çêbibin, li herêma navborî metirsiya erdhejên 7,2, 7,4 hene. Ji bo Dersimê û navçeyên wê metirsî zêdetir e.

Balkêş e ?
Close
Back to top button