Nabe hêzên çekdar û artêşa azad derbasî deverên kurdan bibin
Serokê encumena leşkerî a artêşa azad a Sûriyê Mistefa Şêx, diyar kir ku nabe artêşa azad û hêzên çekdar derbasî nav deverên kurdnişîn bin.
Serokê encumena leşkerî ya artêşa azad a Sûriyê Mistefa Şêx, ji Rûdawê re ragihand ku nabe hêzên çekdar û artêşa azad derbasî deverên kurdan bibin.
Şêx diyar kir ji ber ku tu sûda leşkerî ya wan deveran tune.
Serokê encumena leşkerî ya artêşa azad destnîşan kir kurd ji hemû neteweyên din ên Sûriyê zêdetir xwe rêxistin kirine û wiha axivî:“Ji ber wê jî kurd dikarin hemû mafên xwe bidest bixin.”
Mistefa Şêx rexne li tevgera îxwan muslimîn (birayên musilman) jî girt û got ku ew kêrî rêveberiyê nayên ji ber ku rengekî îslamî dan şoreşa sivîl a gelê Sûriyê.
Şêx da zanîn ku ji ber ku hizra wî niştimanî ye ji aliyê îxwan muslimîn ve ji şoreşê hatiye dûrxistin.
Dilxwaz Behlewî/(Rûdaw)